PeyamaKurd – Li ser nûçe û îdiayên bi operasyoneke nepen kuştina Serokê DAIŞê Ebubekîr Bexdadî kovara Newsweek bi zarê rayedarên Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand ku Trump hefteya borî destûra operasyoneke nepen a armanckirina Bexdadî daye û ew operasyon jî doh encam daye.
Li gorî nûçeyê Pentagon, bawer dike ku di encama operasyona doh de Bexdadî hatiye kuştin, lê hîn jî ji bo teyîtkirinê li ser kar tê kirin. Lê belê hinek çavkaniyên Kurd ji Sûriyê jî radigihînin ku Bexdadî di wê operasyona nepen de hatiye kuştin. Herwiha çavkaniyên medya Amerîkî dibêjin, ev operasyon bêyî agahdariya endama NATO û hevpeymana dijî DAIŞê Tirkiyê hatiye encamdan.
Herwiha hat diyarkirin ku operasyon li devera Barişa ya 5 kîlomtre nêzî sînorê Tirkiyê hatiye kirin û rayedarên Amerîkî jî jê bawer in ku Bexdadî di wê operasyonê de hatiye kuştin.
Herwiha medya Amerîkî dibêje, Bexdadî dema operasyona hêzên taybet ên Amerîkî, ji bo nekeve dest bi êlekê întiharê xwe teqandiye.
Li aliyê din çavkaniyên medya Iraqê jî radigihînin ku dema Bexdadî xwestiye tevî malbata xwe derbasî Tirkiyê bibe operasyon hatiye kirin.
Li Idlibê operasyoneke nepen, dibe ku Trump îro kuştina Bexdadî ragihîne
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin