PeyamaKurd - Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê îro Sêşemê li Pîrmam a Hewlêrê civiyan.
Di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtinê de her du aliyan piştevaniya xwe ji bo çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbirîn.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed da xuyakirin ku di civînê de li ser mijarên girîng ên li herêmê gotûbêj hatine kirin û got, “Aloziyên niha, hem metirsî û hem derfet tê de hene, divê rûbirûyî wan metirsiyan bibin. Ji bo Herêma Kurdistanê neyê piştguhxistin, divê beşdariyê di avakirina Iraqê de bikin û berjewendiyên Kurdistanê biparêzin.”
Berdevkê PDKê ragihand ku her du aliyan behsa wê yekê kirine ku şandên diçin Bexdayê divê hevrêzî di navbera wan de hebe û her du alî hewil didin bi hev re û bi aliyên din ên Kurdistanî re li Bexdayê hevpeymaniyekê pêk bînin.
Mehmûd Mihemed diyar kir ku wan biryar daye civînên zêdetir di navbera wan de bên kirin û got, “Her du alî piştevaniyê li çaksaziyên Hikûmetê dikin.. Dibe ku hin nîgeranî hebin, ku beşek ji rêkeftinan nehatine bicihkirin, lê pêwîstiya wan tenê bi demê heye û zemîneyê jê re amade dikin.”
Sekreterê Karûbarên Odeyên Tevgera Goranê Derbaz Mihemed jî da zanîn ku civîn girîng bû û wan li ser 3 astan guftûgo kirine; li ser asta Iraq, Kurdistanê û karên Hikûmetê.
Berpirsê Goranê herwiha got, her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirine ku piştevanîkirina li çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û projeya çaksaziyê li Parlemanê bê pesendkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin