PeyamaKurd - Hemû fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê, bi daxuyaniyeke hevbeş ji Parlamentoya Kurdistanê daxwaz kirin, bersiv bo gef û daxuyaniyên Serokê HHizbullaha Lubnanê bê dayîn.
Serokê fraksiyona PDKê Umêd Xoşnaw ji medyayê re ragihand, li ser pêşniyara wan hemû fraksiyonên nav Parlamentoya Kurdistanê ew nivîs û beyan îmza kirine.
Xoşnav got, di wê nivîsa ku ji serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re hatiye pêşkeş kirin de, daxwaz ji desteya serokatiya Parlamentoyê hatiye kirin ku di çarçoveya bingehê peyrewa navxwe ya parlamentoyê de rê hatiye dayîn ku bi fermî jî dikare bersiva Hesen Nesrullah bê dayîn.
Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi fermî bersiva Hesen Nesrullah dabû û ragihandibû, gotinên Nesrullah ên dijî serok Barzanî û herêma Kurdistanê, ji ber kula dilê wan a şikesta 16ê cotmeha 2017ê ye, ku ji aliyê Pêşmerge ve plana wan hat têkbirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin