Leskerê Amerîkî li ber xwepêsanderan çok danî

Leskerê Amerîkî li ber xwepêsanderan çok danî

PeyamaKurd – Li demeke ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gefê li xwepêşanderan dixwe û hêzên leşkerî li bajaran bicih dike, dîmenên balkêş derdikevin holê.

Hêzên Pasevanên Niştîmanî yên Amerîkayê ku ji bo xwepêşandanên protestokirina kuştina Geoge Floyd hatine wezîfedarkirin, wekî rêzdariyekê li xwepêşanderan çok li ber wan danîn.

Li bajarê Minnesotayê endamên hêzên pasevanên Amerîkayê li ber xwepêşanderan çok danîn û soza ku "Xwe nexuyayî bikin” li ber xwepêşanderan dan.

Leşkerekî Amerîkî ji xwepêşanderan re dibêje, "Ez pir xemgîn im. Wek hemwelatiyekî Minnesotayê bi kuştina George Floyd gelekî xemgîn bûm. Wek mirovekî dilê min diêşe. Ez doh jî bi mirovên li vê derê bi awayekî aştiyane ji bo dengê xwe bilind bikin civiyabûn re axivîm. Em îşev jî heman tiştî dixwazin.”

Xwepêşanderan ji hêzên leşkerî daxwaz kiribû ji qadan vekişin ku ew pasevanê Amerîkî jî dibêje, “Emê xwe nexuya bikin daku hûn me nebînin. Baş e?Spas.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin