PeyamaKurd - Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PNK) ku 17ê Hezîranê ligel Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) lihevkirina siyasî li ser bingeha Peymana Duhokê ragihandin, daxuyaniyeke nivîskî li ser bandora yekrêziya nav mala Kurd li Rojavayê Kurdistanê belav kir.
PYNK dibêje, lihevkirina navbera partiyên Kurd wê bandorê li ser şirîkatiya heyî ya di navbera pêkhateyên din de neke, lê belê wê yekîtiya navbera pêkhateyan xurtir bike.
PYNKê da xuyakirin, “Lihevkirina di navbera wan û ENKSê de ji bo avakirina lêvegereke Kurdî ya siyasî ye û erka vê lêvegerê helwesta kurdî ye ku wê li ser gelek mijaran bandorê bike. Bi taybet di nav de nêrîna Kurd a di projeya çareseriyeke demokratîk ji bo Sûriyê de.”
PYNKê herwiha destnîşan kir, lihevkirina partiyên Kurd, bandorê li şirîkatiya heyî ya navbera pêkhateyên din nake, lê belê yekîtiya navbera pêkhateyan xurtir dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin