PeyamaKurd – Ji bo Alîkarê Serokê Koma HDPê yê berê Îdrîs Balûkenê ku Nîsana borî hat berdan, ji ber axaftinên sala 2016an 9 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Balukenê ku ji ber axaftinên di gelek çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê de li Mêrdînê di meha Sibatê de, li Diyarbekirê di meha Hezîranê de, li Semsûrê di meha Nîsanê de, li Batmanê di meha Tebaxê de, li Diyarbekirê di Cotmeha 2016an de bi sûcdariya ‘hilweşandina dewleta Komara Tirkiyeyê’ dihat darizandin. Hat îdiakirin ku wî bi hincetên "Bi eşkereyî heqaret li miletê Tirk û hukûmeta wê kiriye", "heqaret li miletê Tirk û Meclisa Mezin a Tirkiyeyê kiriye" û "Heqaret li Serokomar kiriye."
Serdozgeriyê derbarê dosyayê de nêrîna xwe pêşkêş kir û xwest 9 sal cezayê girtîgehê li Baluken bê birîn. Rûniştin taloqî 23ê Cotmeha 2024an hat kirin.
Parêzera Balûken Reyhan Yalçindag diyar kir ku ev hemû axaftin di dema ku Baluken parlamenter û Alîkarê Serokê Komê bû de hatine kirin û divê li gorî xala bêberpirsiyariya qanûnî ya makeqanûnê tevbigerin.
Herwiha diyar kir ku li gorî xala parêzbendiya mutleq a di Destûra Bingehîn de divê biryar bê dayîn ku pêwîstî bi cezakirina Balûken tine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin