PeyamaKurd - Zanyar û parlamenterê Kurdistanê Dr. Ceger Herkî ji bo sala sêyemîn a li pey hev (2024, 2025 û 2026an) di beşa enerjiyê de, kete nav lîsteya zanyarên herî pêşeng û bibandor ên cîhanê. Ev lîsteya navdewletî salane ji aliyê Zanîngeha Stanfordê û saziya navdar a Elsevierê ve tê amadekirin.
Dr. Ceger Herkî, ku di heman demê de endamê fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye di Parlamentoya Kurdistanê de, ragihand: "Bi serbilindî ve bo sala 2026an û bo sala sêyem li ser hev (2024, 2025 û 2026), di warê enerjiyê de navê min di lîsteya %2 ya zanyarên pêşeng ên cîhanê de hat tomarkirin. Ev lîste ji aliyê Zanîngeha Stanfordê ya Amerîkî û weşanxaneya Elsevierê ve tê amadekirin."
Derbarê vê destkefta zanistî de, zanyarê Kurd bal kişand ser xebatên xwe yên akademîk û got: "Ev ne tenê serkeftineke kesane ye; belkî berhema xebata salan e, encama pêkanîna 91 lêkolînên zanistî, fêrbûna berdewam û bawerbûna bi rola bi bandor a zanistê ye di çareserkirina kêşeyên rastîn ên cîhanê de, bi taybetî di warê enerjî û pêşveçûna domdar de."
Dr. Ceger Herkî spasiya hemû hevkar, mamoste û xwendekarên xwe kir ku piştgiriya wî kirine û got: "Wek kesekî ku ji Kurdistanê dest bi rêwîtiya xwe ya zanistî kiriye û niha di asta navdewletî de karê akademîk û lêkolînê dike, ev yek ji bo min xwedî wate û bihayekî pir mezin e."
Herkî hêviya xwe anî ziman ku ev serkeftin bibe çavkaniya hêvî û handanê bo nifşê nû û wiha pê de çû: "Hêvîdar im ev destkeft bibe handerek ji bo lêkolerên ciwan ên Kurdistanê da ku baweriya wan bi şiyanên wan hebe bo gehiştina bi armancên xwe, her wiha bi berhemên xwe yên zanistî şop û bandora xwe di asta cîhanê de bihêlin. Ev ne dawiya rê ye, belkî handerek e bo berdewamî, hilgirtina berpirsiyariyeke mezintir û xizmetkirina zanist û civakê."
Hêjayî gotinê rêzbendiya %2 ya zanyarên pêşeng ên cîhanê yek ji pêbawertirîn lîsteyên akademîk ên navdewletî ye ku salane ji aliyê Zanîngeha Stanfordê ya Amerîkî û saziya Elsevierê ve tê weşandin.
Ev pîvan pişta xwe dispêre daneyên binkeya agahiyan a "Scopus"ê û li gorî pîvanên zanistî yên wekî hejmara lêkolînan, jêgirtin û bandora lêkolîneran a li ser pêşxistina zanistê û çareserkirina pirsgirêkên gerdûnî tê amadekirin.