Dronên Tirkiyê gundekî Silêmaniyê bombebaran kir
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku îro 17ê Nîsanê gundê Kurale yê li navçeya Şarbajêr ê li parêzgeha Silêmaniyê hate bombebarankirin.
Qaymeqamê Mawetê Kameran Hesen ragihand, di bombebaranê de xaniyekî gund rûxiya û herwiha çiyayên Teje û Şîlanşê jî hatin bombebarankirin.
Qeymaqamê Mawetê diyar kiriye ku bombebaran ji aliyê dronên artêşa Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Derbarê ziyanên canî de hîn ti agahî nehatine.