PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê 14 kesên din ji ber Koronayê can dan û nêzîkî 450 kes jî bi vîrusê ketin.
Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê diyar kir, di nav 24 saetên borî de, 444 kes bi Koronayê ketin û 347 pêketî jî baş bûn.
Wezaretê herwiha destnîşan kir, ji do de 14 kes ji ber Koronayê can dane.
Li gorî amarên dawî, hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 124 hezar û 132 kesan. Ji wan kesan 110 hezar û 713 kes baş bûne û 3 hezar û 702 kesan jî can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin