Amerîka ji ber xatirê Çînê ceribandina fuza xwe pasde xist

Amerîka ji ber xatirê Çînê ceribandina fuza xwe pasde xist

PeyamaKurd – Amerîka ji ber di navbera wê û Çînê de pirsgirêk hene û di van rojên dawiyê de bi sedema seredana seroka Meclisa Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosî ji bo Taywanê her dû dewlet li ber hev fireh bûne. Amerîka ji bo pirsgirêk mezin nebe ceribandina fuzeya xwe paşde xist.

Rêvebiriya Amerîkayê îro ragihand ku artêşa Çînê nêzî Taywanê ketiya nav nîşandana hêza xwe û ji bo pirsgirêka navbera wan mezin nebe û ber lê bigre Amerîka fuza xwe balîstîk ku ji qitayekî ji bo qita dinê ye ya bi navê “Air Force Minuteman III” ceribandina wê paşde xistiye.

Rojnama Wall Street Journal bingeha nûçeya xwe biriye ser berpirsekî Penrtagonê û got ku wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Lloyd Austin ferman daye ku ji bo têkiliyên navbera Amerîka-Çînê zêdetir xerab nebin, fermana paşdexistina ceribandina fuzê daye.

Herkes bende bû ku hêzên hewayî yên Amerîkayê ji baregeha Vanderbergê ya li Kalîforniyayê di nav vê hefteyê de fuzeya navbera qitayan biceribandina.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin