PeyamaKurd- Belavbûna covid-19 ê li Tirkiyê û li bajarên Kurdistanê dewam dike. Li ser bûyerên dawiyê DT0 (Ode ya Doktoran ya Diyarbekirê) ragihand ku di 30 xebatkarên tenduristiyê de kovid-19 hatiye tesbîtkirin û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Li gor rêjeyên Ode ya Bizîşkan 12 ji wan kesan doktorin,12 ji wan hemşîr û ebe ne. 4 ji wan ew xebatkarin ku li nexweşan dinêrin, yek ji wan xebatkarê otomasyonê ye û yekî din memûr e ku wefat kiriye. Kesekî bi navê Cuma Kurd ku temsîlkarê sendika ya tenduristiyê (SES) yê û 57 saliye jiyana xwe ji dest daye. Li gor ajansa Mezopotamyayê, serokê ode yê Mehmet Şerif Demir weha gotiye:
“Bo xebatkaran test nehatine kirin û alavên ku wan biparêzin yên baş û zexm nehatiye dayîn. Em difikirin ku ji ber wezîfedarên tenduristiyê enfekte nehatine kirin, dibe ku jimar zêdetir be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin