PeyamaKurd - Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik derbarê daxuyanî û fişarên Tirkiyê bi ser Rojava de ji ajansa nêzîkêi PKKê re axivî û diyar kir ku ew mudaxeleyên ji derve rast nabînin. Bayik teqez kir ku armanca sereke ya Tirkiyê ew ku dixwaze Kurdan perçe bike û têkikiyên Kurdên Bakur û Başûr û Bakur û rojava qut bike.
BERNAMEYA DEWLETA TIRK DAGIRKIRINA XAKA SÛRIYEYÊ YE
Hevserokê KCKê Bayik bûyerên li Surî nirxand û amaje kri ku Tirkiye sedema pirsigrêkana e. Bayik wiha axivî;
"Niha Tirkiye sedema pirsgirêka ne. Ne tenê li Tirkiyê li hemû beşên Kurdistanê. Li Iraq, Sûriyê û li Behra Spî û li Lîbyayê. Pirsgirêkên heyî Tirkiyê derdixe. Dibîne ku Tirkiyê ne tenê ji bo Kurdan ji her kesî re xeterî ye. Dibînin ku ji ber ku Kurd astengiyên mezin li dijî siyaseta wan disekine pir hişk li ser Kurdan diçe. Dixwazin vê astengiyê ji holê rakin û bikaribin armanca xwe li ser Rojhilata Navîn pêk bînin. Niha Tirkiyê dibêje 'ez ê korîdoreke aştiyê çêkim', Her dem bi van axaftinan her kesî dixapîne û bi vî şeklî armancê xwe pêk tîne. Tiştê ku daxivin ne rast in, xapandinin. Tirkiye dixwaze vê yekê ji holê rake, ji ber ku dijminê demokrasiyê ye û dijminê azadiyê ye. Dijminê biratî û gelane. Di heman demê de dijmin ol e.”
'TIRKIYE DIXWAZE KURDAN PERÇE BIKE Û TÊKILIYÊN KURDÊN BAKUR-BAŞÛR Û BAKUR-ROJAVA DE QUT BIKE’
Bayik di berdewamiya axaftina de dibêje, “Berê jî min di axaftinek xwe de gotibû: 'Tirkiyê ji bo xwe bernameyek çêkiriye û li gor wê yekê dimeşe. Di bernameya wan de ya esas ew e ku çawa Kurdan parçe bikin, di navbera Bakur û Başûr di navbera Bakur û Rojava de wê çawa têkiliya Kurdan qut bikin û ji holê rakin'. Di heman demê de wê çawa Kurd ji holê rakin. Eger niha Tirkiyê bi israr dixwaze têkeve Bakurê Sûriyê û dibêje 'em ê wê derê parçe parçe bikin. Ew koçberê ku ji Sûriyê hatibûn gel me em ê wan li wir bi cih bikin'. Di vir de armancê xwe ber çav daxive, dibêjin 'em ê ji wê derê Kurdan derxin û Erebên girêdayî xwe bi cih bikin û di heman demê de çeteyên ku girêdayî me ne li wan deran bi cih bikin'. Çawa ku li Efrînê kirin. 'Ji bo ku em ji holê rakin em ê vê planê pêk bînin û pêwîst e tu kes li dijî vê sekine'.
Pêwîste li ser vî esasî piratîkên xwe û rêxistina xwe, xurt bikin. Xwe ji bo li dijî dagirkeriya Tirk li dijî şer amade bikin. Hêza xwe ya parastinê pêwîst e amade bike. Tu car li Sûriye aştî çênabe, aştî ne nêz e. Ne tenê li Sûriye li tevahî Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê dimeşe û wê hê jî bimeşe. Dibe ku ev şer hîn mezintir jî bibe. Ji bo wê jî pisgirêkên ku bi aştiyê çareser bibin tune ye. Kes bila hêviyê vê neke û xwe nexapîne. Ji bo wê hem civaka li Bakurê Sûriye û hem hêza wê ya parastinê divê ji bo şer xwe amade bike. Parastinê xwe divê di her milî de xurt bikin. Ya ku wan wê bide jiyankirin ev e. Derveyî vê tiştekî ku wan bide jiyankirin, tişta ku pêşiya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bigre zêde nîne.
Hêzên koalîsyonê hene. Rusya û Suriyê hene. Pêwîst e vê rastiyê bi wan hemûyan jî bide fêmkirin. Divê bi tevahî gelê Ereb re ev bidin fêm kirin. Pêwîst e alîkariya wan bê wergirtin. Bi wan re li dijî dagirkeriya Tirk bi biryar, bi cesaret divê bisekinin. Ji bo wan a rast ew e. Dewleta Tirk israr dike ji bo ketina Rojhilat û Bakurê Suriyê û dixwaze hinek çete û Erebên ku li gel wan in bike pêngavek ji bo xwe û têkeve Bakurê Suriyê. Girê Spî, Şêxler, Serêkaniyê... dibeje; 'ev der ne xaka Kurdan e, xaka Ereban e. Erebê ku li gel min in, ez ê li wan deran cî bi cî bikim'. Weke ku li Efrîn kir. Niha herkes zane li Efrîn dewleta Tirk û çeteyên wê çi li ser gelan dikin. Ne tenê li ser Kurdan, li ser hemû gelên wê de rê çi zilmê dikin herkes zane. Ger Tirkiye bikeve Bakurê Suriyê yê ji Efrîn hîn xirabtir bike. Divê herkes vê zanibe. Ji bo wê jî bi hemû derfetên xwe li ser vî esasî divê tekoşîna xwe bilind bikin."
‘EM MUDAXELEYÊ RAST NABÎNIN’
Bayik destnîşan kir ku mudaxeleyên derve çareseriyê bi xwe re nayînin û divê pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Rojhilata Navêin bêne çareser kirin ,”Em jî mudaxeleya ji derve rast nabînin. Mudaxeleyên ji derve pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn çareser nake. Dibe ku kêmekî xizmet bike lê nikare çareser bike. Pirsgirêka gelên Rojhilata Navîn encex gelên Rojhilata Navîn çareser bike. Ew jî bi sîstemek demokratîk dibe. Mirov kare bi wî rengî çareser bike. Sîstemên desthilatdar ên ku di Rojhilata Navîn de jî nikarin daxwaziyên Gelan bi vî rengî pêk bîn, ji ber ku ne sîstemek demokratîkin. Ji ber wê jî pirsgirêkên gelan çareser nabe. Encex gelên Rojhilata Navîn bi xwe dikarin pirgirêkên xwe çareser bikin. Bi îradeya xwe dikarin çareseriyê biafirînin. Dibe ku ew hinekî biêşe, lê belê ji bo gelên Rojhilata Navîn a rast ew e."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin