Norwec: Em Rusyayê wekî gefeke rasterast nabînin

Norwec: Em Rusyayê wekî gefeke rasterast nabînin

PeyamaKurd- Li ser rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê, ji aliyê Wezîrê Berevaniya Norwêcê Bjorn Arild Gram ve hat ragihandin ku ew Rusyayê wekî gefeke rasterast a li dijî Norwecê nabînin.

Bjorn Arild Gram, di derbarê rojevê de daxuyaniyek da rojnameya Elman FAZê. Bjorn Arild Gram diyar kir ku di nav şerê Ukrayna û Rusyayê de Norwêcê lêçûnên xwe yên leşkerî zêde kirine û îstîxbarata xwe hişyar kiriye.

Gram tevî geşedanên dawî yên li Ukraynayê got ku ew ji Rusyayê rasterast li ser Norwêcê gefek nabînin. Gram bal kişand ku têkiliyên navbera Norwêc û Rusyayê piştî dagirkirina Ukraynayê ya Rusyayê guherî û wiha got,

“Me bi vê yekê re hin qenalên ragihandinê parast, em di mijara masîvaniyê de hevkariyê dikin û di mijara rizgariya deryayê de bi hev re dixebitin. Bi çalaktirbûne zêde, em pêwendiya artêşa xwe berdewam bikin. Em gefeke leşkerî ya rasterast li ser Norwêcê bi xwe nabînin. Ev rewşek cidî ye, divê em amade bin.”

Her wiha destnîşan kir ku divê her tişt di xalekê de normalîze bibe û hîn jî her tişt dikare ji berê cûda be ji ber ku ev rewş encamên demdirêj heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin