Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt

Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt

PeyamaKurd - Malpera Kolbernews ragihand ku kolberê bi navê Musa Zîbapûr, li sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê bêyî were hişyarkirin ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate gulebarankirin.

Musa Zîbapûr di encama êrîşê de bi giranî birîndar bû û li cihê buyerê jiyana xwe ji dest da. Hate diyarkirin ku cenazeyê Musa Zîbapûr, hîna radestî malbatê nehatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Musa Zîbapûr yê xelkê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê û bavê sê zarokan bû. Musa Zîbapûr di sala 2021an de li sînorê Maşkanî ya ser bi Pîranşarê di êrişa hêzên rejîma Îranê de birîndar bûbû.

Li gorî bîlançoya Kolbernewsê, di sala borî de herî kêm 57 kolber li navçeyên sînor yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî ku 26 hatine qetilkirin û 31 jî birîndar bûne. Ji vê hejmarê 44 buyer di êrîşa hêzên rejîma Îranê de rû dane.