PeyamaKurd - Detroit, bajarê herî mezin ê eyaleta Michigan a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dibe birayê Duhokê.
Şanda Herêma Kurdistanê bi şanda Odeya Bazirganî ya Keldanî-Amerîkî re derbarê du bajarên Detroit û Duhokê de gotûbêj kir.
Şanda Herêma Kurdistanê ku ji Parêzgarê Duhokê Elî Tatar, Serokê Desteya Veberhênana Herêma Kurdistanê Muhammed Şukru, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Duhokê Eyad Halîm û Cîgira Kurdistanê Rubine Umlik pêk dihat, do ligel nûnerên Odeya Bazirganî ya Keldanî-Amerîkî li bajarê Detroit a Michigan civiyan.
Parêzgarê Duhokê di daxuyaniyekê de ragihand, "Tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de biryara du bajarên Duhok û Detroit were îmzekirin."
Tatar diyar kir, di hevdîtinê de li ser projeyên ku ji aliyê Odeya Bazirganiya Keldanî-Amerîkî ya li Herêma Kurdistanê ve bên cîbicîkirin jî hatiye gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin