Li wî welatî, 2 hezar koçber hatin girtin

Li wî welatî, 2 hezar koçber hatin girtin

PeyamaKurd- Ji aliyê rêveberiya Tunisê ve hat ragihandin ku di 65 hewildanên astengkirinê de zêdetirî 2000 koçberên neqanûnî hatine girtin.

Di agahiyan de hat destnîşankirin ku Tunisê ragihand ku di betlaneya Cejina Qurbanê de 2 hezar û 68 koçberên neqanûnî yên ku dixwestin di ser Behra Spî re derbasî Ewropayê, bibin hatin girtin.

Li ser operasyonên ku ji bo pêşîgirtina li hewildanan hatine kirin de daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û hat diyarkirin ku Cejina Qurbanê de 65 hewildanên koçberiya neyasayî hatin astengkirin û di vê çarçoveyê de 2 hezar û 68 koçberên neqanûnî ku 210 ji wan welatiyên Tunisê bûn, hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyê, di derbarê wan kesan de li serdozgeriyê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Her wiha tê zanîn ku her sal, bi hezaran koçberên neqanûnî yên Afrîkî tên Tunisê da ku di ser Deryaya Spî re bigihîjin Ewropayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin