Leyla Zana: Em bi têkosîna Mele Mistefa Barzanî bi Kurdbûnê hesiyan

Leyla Zana: Em bi têkosîna Mele Mistefa Barzanî bi Kurdbûnê hesiyan

PeyamaKurd - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, piştî 8 salên bêdengiyê bi beşdariya ahenga Newrozê ya Diyarbekirê car din derket ser dikê û peyamên destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê dan.

Leyla Zanayê di axaftina xwe ya Newroza Diyarbekirê de got: “Ez car caran dibêjim, em bi têkoşîna Mela Mistefa Barzanî bi hesta Kurdbûnê hesiyan. Lê em bi hişmedî, siyaset û felsefe û rêya Serok Apo şiyar bûn."

Leyla Zana di piraniya gotara xwe de li ser pêvajoya çareseriyê û pêkanîna aştiyê rawestiya û agirbesta PKKê ya 1993yan bibîr anî.

Zana rêber û pêşengên Kurd bi bîr anîn û wiha pê de çû: “Hemû qewm bi kok in, yên ku ev nasname gihandine vê rojê şexsiyetên me yên dîrokî yên hevdem in. Ez ê destpêkê hemûyan bi bîr binîm.

Amed warê Şêx Seîd e, ez ji wî dest pê bikim, em minetdarê wî ne.

Ez ji Seyîd Riza dest pê bikim, em minetdarî wî ne.

Ez ji Qazî Mihemed dest pê bikim, em minetdarî wî ne.

Ez ji Seîdê Kurdî dest pê bikim, em minetdarî îlma wî ne.

Em ji Ehmedê Xanî û Meleya Cizîrî dest pê bikin, em spasdarî wan in.

Em mineta xwe di warî çandî, siyaset, hebûna civakî de tînnin ziman. Van hemûyan ked daye.

Ew koka me ne û em jî şaxê vê kokê ne. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim.

Zekiye Alkanê li Amedê bedena xwe da ber agir û rojên tarî ronî kirin.

Mazlum Dogan bi sê zilikên kîbrîtê rojên reş û tarî ronî kirin.

Wan mejiyê me hemûyan zelal û ronî kirin. Ez wan tevan bi hurmet bi bîr tînim. Ez careke din dibêjim keda we sax be.” 

Leyla Zana li ser hilbijartinên 31ê Adarê jî diyar kir, “Em ê ne tenê şaredaran hilbijêrin. Partiyên desthiltdar tinazên xwe bi mejiyê me dikin. Ew dibêjin, ‘Ev 100 sal in em Kurdan bi rê ve dibin. Kurd ji me razî ne ku dîsa dengên xwe didin me.’ Li aliyekî AKP, li aliyekî CHP û li aliyekî jî MHP... Em jî dibêjin, ji niha û pê ve bes e. Ji vir û şûnde em ê îrdaye xwe tenê ji bo xwe bi kar bînin. Îrade tiştekî wisa ye ku ji mirov pêve kes nikare bi kar bîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin