DYA: Em hêzên xwe ji Rojava nakêsin

DYA: Em hêzên xwe ji Rojava nakêsin

PeyamaKurd - Washingtonê ragihandi ku ew hêza xwe ya leşkerî ji Sûriye û Rojava nakêşe.

Cîgira Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA Victoria Nuland ji CNN Turkê re axivî û got niyeta Washingtonê tune ye ku hêza xwe ya leşkerî ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişîne.


Victoria Nuland, di serdana xwe ya Tirkiyeyê de, bi 'CNN Turk'a kanala Tirk re hevpeyvînek pêk anî û di derbarê babetên ku rêveberiya Enqerê eleqedar dike de agahiyên gring parve kir.

Nuland di bersivandina pirsa; "Gelo rêveberiya Joe Biden dixwaze hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyeyê vekişîne ya na?" wiha got:

"Berî her tiştî ez aşkere bikim ku DYA ji Sûriyeyê (Rojavayê) venakêşe, lewre DAIŞ hê jî li gelek herêman çalak e. Wek nimûne; bûyera êrîşa li Stenbolê ya dêra krîstiyanan."

Victoria Nuland di derbarê pêwendiyên DYA û Tirkiyeyê de jî nirxandinan kir û divêtiya tekoşîna li dijî terorê de hevkariya DYA û Tirkiyeyê destnîşan kir û got ku "divê ev hevkariya bi Tirkiyeyê re çi li Iraq û çi jî li Sûriyeyê bidome. Her çend em carinan li ser çawaniya birêvebirina vî şerî li hev nekin jî, ji ber ku hewcedariya me bi hevkariyê heye, ji her demê gringtir e ku em hevkariya xwe xurt bikin."

Berdevka Wezîrê Karê Derve yê DYA Nuland da zanîn ku di serdana Tirkiyeyê de wan bi rayedarên tirk re di derbarê mijarên wek; li dijî terorê xurtkirina hevkariya herdû aliyan û ji bo nexşerêya ku divê li Sûriyeyê bê şopandin domandin û zêdekirina hewlên diyalogê hatine gotûbêjkirin.

Victoria Nuland di dawîya hevpeyvîna xwe de got: "Ji ber ku bi taybetî di şerê li dijî terorê de berjewendiyên herdu aliyan li Sûriye heye, çareseriya nakokiyan diyalogê pêwîst dike."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin