PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Matthew Miller destnîşan kir ku Washington, di bersivdayîna êrîşên li dijî hêzên xwe de ti carî dûdili nabe.
Li gor nûçeya Rûdawê Miller di derbarê êrişên li dijî hêzên DYAyê pêk tên de got: “Wekî me berê jî gotibû, me bi awayekî zelal şanî Îranê da. Beriya êrişa hovane ya dawiya hefteya borî wiha bû û ew ê di siberojê de jî peyama me wiha be.”
Komên milîşe yên Iraqê ku girêdayî rejîma Îranê ne, piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê, herî kêm 160 caran êrişî hêzên DYAyê yên li Herêma Kurdistan, Rojavayê Kurdistan, Sûriye û Iraqê kirin.
Di 29ê Çileyê de, di encama êrişeke frokeyên bêmirov ya li dijî baregeha DYA ya li Urdunê de 3 leşkerên Amerîkî can dan û ji 40î zêdetir leşker jî birîndar bûn.
Koma milîşe ya Berxwedana Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyekê berpirsyariya êrişê girte ser xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin