PeyamaKurd- Serokê şîrketa Rûsya ya ku sîlihan difroşe derveyê welat Rosoboroneksportê Aleksandr Miheyev ragihand ku dest bi çekirina S-400an yên ku firotine Tirkiyê kirine.
Miheyev bi ajansa Sputnikê ya Rûsya ragihand ku ew dest bicîhanîna peymanê kirine lê hêj sewqiyat destpênekiriye. Miheyev weha dewam kir: “ Hilberîn destpêkir. Di vir de hinek pêvajo hene. Em li ser her tiştî axifîn. Em ê berpirsiyariyên xwe bicîh bînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin