Efrîn | Fermandarekî Cebhe El-Samiyê hat kustin

Efrîn | Fermandarekî Cebhe El-Samiyê hat kustin

PeyamaKurd – Li Efrînê di encama şerê di navbera Heyet Tehrîr El Şam û Cebhe El-Şamiyê, fermandarekî Cebhe El-Şamiyê hat kuştin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, do li nêzîkî gundê Çema yê navçeya Şera ya Efrînê otomobîla Fermandarê Cebhe El-Şamiyê yê bi navê Bîlal Ebû Welîd hat teqandin û di encamê de hat kuştin û çekdarên bi wî re jî birîndar bûn.

Herwiha tevî rêkeftina agirbestê di navbera Tehrîr El-Şam û Feyleqa Sêyemîn de jî, Tehrîr El-Şam tehdîd dike ku êrîşî Ezazê bike.

Li gor zanyariyan, ev hefteyek e di navbera wan de şer rawestiya bû, kuştina Bîlal Ebû Welîd piştî hefteyekê ji hêdîbûna şerê li Efrînê tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin