"Hilbijartinên Tirkiyeyê ne li gor krîterên Ewropayê ne"

"Hilbijartinên Tirkiyeyê ne li gor krîterên Ewropayê ne"

PeyamaKurd - Komîteya Çavdêr a Civata Parlamentoya Konseya Ewropayê (PACE) bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku hilbijartinên 24ê Hezîranê paş bixe.

Komîteya Çavdêr a Civata Parlamentoa Konseya Ewropayê li  Strasbourgê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku guherandina qanûna hilbijartinê berî biryara hilbijartinê bi mehekê, dewamiya Rewşa Awarte, guman û ewlehiya hilbijartinan û biryara pusulayên bêmor dide nîşandan ku hilbijartin dê ne di rewşeke demokratîk de derbas bibe.

Ligor daxuyaniya vê dezgeha Ewropî, lidarxistina hilbijartinên pêşwext dibe sedema ku mecal û demeke kêm ji bo amadekarîya partiyan ji bi bo pişkdariya li hilbijartinan hebe.

Herwiha diyar dike  ku guhertinên qanûna hilbijartinan tenê mehekê berî ragihandina hilbijartinên pêşwext li parlamentoa Tirkiyeyê hatin pejirandin. Di encama serastkirinên hanê de, esas û pênaseya qanûnên hilbijartinan û kampanyayên hilbijartinan hatine guhertin.

Gelek medyayên hatine girêdanê ji aliyê tacirên alîgirê hikûmetê va hatine kirîn. Li gorî qanûneke nû jî kontrolkirin û çavdêriya ser weşanê hatiye dijwarkirin û girankirin. Ev kirya atmosfera axaftin û rawêjkariya demokratîk ku di dewrana hilbijartinan de pêwîst e û pêwîstiya wê jî bidestxistina azad a agahiyan e, bi awayekî berfireh bi sînor kirine. Bi vî awayî baldarî û şiyana dengdêran ji bo bijartina durist a berbijêran kêm bûye.

Konseya Ewropayê li dawîya daxûyanîya xwe têkildarî ewlehîya hilbijartinan ji ber qanûnên nû dilgiraniya xwe nîşan dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin