Efrîn | Polîsê leskerî bi ser mala welatiyekî sivîl de girt û ew kust

Efrîn | Polîsê leskerî bi ser mala welatiyekî sivîl de girt û ew kust

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Polîsê Leşkerî yê ji komên çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve, li gundê Stêr ê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê welatiyekî sivîl kuşt.

Hate zanîn ku polîsê leşkerî, li gundê Stêr ê Efrînê, teqe li welatiyekî sivîl kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî zanyariyan polîsê leşkerî bi ser mala welatiyê bi navê Xalid de girtiye û ew gulebaran kirine ku li cihê bûyerê can daye.

Hêjayî gotinê ye, herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê hatiye dagirkirin û heta niha gelek binpêkirinên wekî talan, kuştin û revandinê hatine tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin