PeyamaKurd – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî Efrînê ji ber îşkenceyê can da.
Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê Ibrahîm Şêxo diyar kiriye: “Welatiyê Kurd Rêzan Mihemed Xelîl ê 42 salî, berî pênc rojan, ji aliyê çekdarên koma bi navê Ehrar Elşerqiye ve hat girtin û bêhtirî 2 saetan rastî îşkenceyeke tund hat, bi taybetî lêdanên ku li serê wî hatin dan.
Bi gotina Ibrahîm Şêxo, pişt re ew welatiyê Kurd Rêzan Mihemed Xelîl ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hat veguhestin, lê bi sedema wê lêdanê, Rêzan canê xwe ji dest da.
Derbarê sedema girtina wî jî, Ibrahîm Şêxo daye zanîn: “Rêzan daxwaz ji çekdarên wê komê kiribû ku, biraziyê wî yê bi navê Azad Ismet Xelîl ê 20 salî, yê ku ji bêhtirî mehekê, li cem wan girtî ye, berdin.”
Şêxo herwiha gotiye: “Çekdaran daxwaza 5 milyon lîreyên Sûrî (derdora 1500 dolarî) ji kesûkarên wî kiribû, li beramber ku biraziyê wî (Azad) berdin.”
Rêzan ji gundê Çeqela Navîn e, ku ser bi nahiyeya Şiyê ya Herêma Efrînê ye, li bazarkê kar dikir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin