Efrîn | Zadên cotkarên Kurd bi erzanî ji wan distînin û difirosin bazirganan

Efrîn | Zadên cotkarên Kurd bi erzanî ji wan distînin û difirosin bazirganan

PeyamaKurd – Komên çekdar ên ku artêşa Tirkiyê ew xistine Efrînê nirxekî erzan ji bo kirîna ceh û genimê cotkarên Kurd danîne û cotkaran neçar dikin ku berhemên xwe nefiroşin ti aliyekî din.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê grûpa El Hemzat nirxê kirîna ceh ji 65 ta 75 Lîre Sûrî û ji bo genim ji 105 ta 110 Lîre Sûrî diyar kirine.

Rêxistinê da zanîn, grûpa El Hemzat gef li cotkaran xwariye ku berhemê xwe bifiroşe aliyekî din, dê rastî çarenivîseke nediyar bê.

Hêjayî gotinê ye, rêjîma Sûriyê jî nirxê kirîna genim 180 Lîre û nirxê kirîna ceh 130 Lîre diyar kiriye, lê çekdarên El Hemzatê rê nadin ti bazirgan bêne navçeyê û dixwazin kirîn û firotin tenê bi riya wan bê kirin.

Rê rêxistinê bal kişand ser ku grûpa El Hemzat dexl û danê cotkarên Efrînê bi erzanî dikirin û bi nirxekî biha difiroşin bazirganên navçeya rêjîma Sûriyê û bazirganên Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin