PeyamaKurd - Hat ragihandin ku efserekî Kurd ê Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber kar dikir, li Bexdayê di êrîşeke terorîstî de hat kuştin.
Fermandariya Polîsê Bexdayê ragihand, efserê Kurd ê Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber Rêbwar Fazil di “êrîşeke terorîstî” de hatiye kuştin û hat gotin, “Rêbwar Fazil di hewldaneke xedrê û tirsenokî de ji aliyê terorîstan ve hat şehîdkirin”.
Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber a Iraqê da xuyakirin, hejmarek çekdaran gule bi ser otomobîla efserê Kurd de reşandine û di encamê de çend gule li wî ketine û can daye.
Dezgeha Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişber a Iraqê diyar kir ku Rêbwar Fazil bi pileya Mulazim efser kar dikir û sersaxî ji malbata wî re hat xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin