Ehmed: Me hêvî dikir Amerîka êrîsan rawestîne, divê NY bilez bikeve tevgerê

Ehmed: Me hêvî dikir Amerîka êrîsan rawestîne, divê NY bilez bikeve tevgerê

PeyamaKurd - Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed bang li NY û civaka navdewletî kir ku ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê bikevin nav liv û tevgerê û got ku wan hêvî dikir Amerîka êrîşan rawestîne, lê hin dewam dikin.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku 2 roj in li Swêdê danûstandinên diplomatîk dike, li paytext Swêd Stockholmê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Îlham anî ziman ku Tirkiyê êrîşî herêmên herî aram û aştiyane yên Sûriyê kiriye û ragihand ku ti carî ew nebûne gef ji ti welatî re û ji bo xwe ji êrîşên Tirkiyê biparêzin wan çekên xwe yên giran vekişandine.

Îlham diyar kir ku wan hêvî dikir Amerîka êrîşên Tirkiyê rawestîne û got: “Lê mixabin hêzên Amerîkî xwe vekişandin û Tirkiyê êrîş kir. Ji ber wê jî QSD û hêzên Kurdî ji bo parastina gel û sînorê xwe, neçar man bi Rûsya û rejîmê re rûnên.”

Heveseroka MSDê got ku li gorî nîşaneyan artêşa Tirkiyê û çekdarên wê çekên kîmyewî li Serêkaniyê bikar anîne û bang li Neteweyên Yekbûyî kir li ser lêkolînê bikin:

“Dewleta Tirk êrîşî binesaziya av û kehrebeyê dike, karwanên sivîlan dike armanc, ji lew re gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Li gorî hin nîşaneyan jî, dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye. Em bang li NY û saziyên navdewletî dikin ku li herêmê lêkolînê bikin. Jiyana bi hezaran sivîl di rewşeke metirsîdar de ye û divê korîdoreke mirovî li Serê Kaniyê were vekirin. Ev yek berpirsyariya NY ye û divê bilez bikeve nava tevgerê da dawiyê li dagirkeriyê werîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin