PeyamaKurd – Serokê hikûmeta veguhêz Ehmed Şera, biryarnameyek derbarê Kurdên Rojavayê Kurdistanê de belav kir.
Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku Kurd wekî pêkhateyeke Sûriyeyê têne naskirin.
Li gorî xalên biryarê, encamên serjimêriya sala 1962yan hatin betalkirin û mafê hemwelatîbûnê ji bo Kurdên bênasname hat nasîn.
Her wiha zimanê Kurdî wekî "zimanê niştimanî" hat qebûlkirin ku dibe weke dersa hilbijêrkî û di kûrsan de bê xwendin, roja 21ê Adarê (Newroz) jî weke bêhnvedana fermî hat ragihandin.