Ekrem Îmamoglu seredana Amedê dike

Ekrem Îmamoglu seredana Amedê dike

PeyamaKurd Hat ragihandin ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu wê 31ê Tebaxê seredanê Amedê bike û paşê jî ji bo beşdarbûna daweta kurê Serokê CHPya bajêr diçe Batmanê.

Li gorî zanyariyên berdest Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (IBB) Ekrem Îmamoglu wê 31ê Tebaxê seredanê bajarê Amedê bike.

Îmamoglu piştî seredanê Amedê ji bo beşdarî daweta kurê Serokê CHPê ya şaxa Batmanê Huseyin Yaşar bibe, diçe bajarê Batmanê.

Nehat zelalkirin bê Îmamoglu di wê serdanê bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli ku bi biryara Wezîrê Navxweyî ji kar hatiye dûrxistin re jî hevdîtinekê pêk bîne yan na.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin