PeyamaKurd - Biryar e sibê şemiyê (31.08.2019) Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu serdana bajarê Amedê bike û dê li gel Şaredarê Amedê yê ji kar dûrxistî Selçûk Mizrakli bicive.
Şaredariya Bajarê Stenbolê bernameya Ekrem Îmamoglu ya ji bo çûna bajarê Amedê eşkere kir û ragihand ku dê Îmamoglu sibê biçe Amedê û bi Selçûk Mizrakli re bicive û piştre jî ji bo beşdarî dawetekê bibe wê berê xwe bide bajarê Batmanê.
Li gorî zanyariyên berdest, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dê li Amedê serdana gora serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî jî bike.
Ji aliyê din ve Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdinê Ahmet Turk jî ku bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji kar hatiye dûrxistin jî dabû zanîn Ekrem Îmamoglu daxwaza hevdîtinê ji wî nekiriye, lê ew dê ligel hevalên wan ên li Amedêre hevdîtinekê pêk bîne.
Piştî danîna qeyûman li şûna sê şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ragihandibû ku ew dê roja 31ê tebaxê biçe Amed û Batmanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin