Bernameya Trump ya Enqereyê diyar bû

Bernameya Trump ya Enqereyê diyar bû

PeyamaKurd - Bernameya serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Enqereyê, ku dê di navbera 7-8ê Tîrmehê de di çarçoveya Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê de bê kirin, eşkere bû.

Berî hatina Trump a di 7ê Tîrmehê de, şandeke Amerîkî ya leşkerî ku ji nêzîkî hezar kesî pêk tê gihîşt Enqereyê daku teva karên asayîşê û rêyên derbasbûnê mîsoger bike.

Medya Tirk daye xuyakirin ku rawestgeha yekem a Trump dê Anitkabir be û piştî wê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve li Koşka Serokkomariyê bi merasîmeke fermî tê pêşwazîkirin.

Biryare di civîna herdu aliyan de, vegera Tirkiyeyê ya bo bernameya balafirên F-35, motorên balafira şer a Tirk KAANê û geşedanên dawî yên li Suriye û Şerîda Xeze werin nirxandin.

Di çarçoveya çalakiyên vê civîna bilind de, li navenda ATO Congresiumê ya Enqereyê Forumeke Pîşesaziya Parastinê ya navdewletî wê bê lidarxistin. Vekirina vê civînê ji aliyê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yasar Guler û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte ve tê kirin.

Di forumê de, ligel şîrketên mezin û navdarên cîhanê yên weke Saab, Airbus û Northrop Grumman, kompaniyên serekî yên pîşesaziya parastinê yên Tirkiyeyê jî cih digirin.