Hûrgiliyên bernameya Trump a Enqereyê eşkere bûn

Hûrgiliyên bernameya Trump a Enqereyê eşkere bûn

PeyamaKurd - Hûrgiliyên bernameya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump a serdana Enqereyê ya navbera 7 û 8ê Tîrmehê ku bi mebesta beşdarbûna Lûtkeya NATOyê tê pêk tê, hatin ragihandin.

Li gorî ragihandina Koşka Spî, tê çaverêkirin ku Trump sibe sêşemê li dor saet 14.15an bigihîje Enqereyê û di saet 15.00an de beşdarî merasîma pêşwaziya fermî û leşkerî bibe.

Piştî merasîmê, di saet 15.15an de Trump dê ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan civîneke dûalî bike û êvarê di saet 19.05an de jî dê beşdarî Şîva Serkirdeyên NATOyê bibe.

Li gorî bernameya fermî, Serokê Amerîkayê dê roja çarşemê 8ê Tîrmehê di saet 10.30an de ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte bicive û di saet 10.50an de beşdarî merasîma pêşwaziya fermî ya berî lûtkeyê bibe daku wêneya malbatî bikişînin.

Trump ê ku di saet 11.15an de dê di Runîştina Kar a Serkirdeyên NATOyê de amade bibe, piştî nîvro di saet 14.30an de ligel Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî û di saet 15.30an de jî ligel Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera hevdîtinên taybet pêk bîne.

Donald Trump dê piştî van hevdîtinan, di saet 16.15an de civîneke rojnamevaniyê li dar bixe û piştre ji Tirkiyeyê derkeve.