PeyamaKurd - Bernameya merasîma bîranînê, cenaze û şîniya siyasetmedarê naskirî û şaredarê berê yê Diyarbekirê Mehdî Zana eşkere bû.
Hevşaredara Şaredariya Diyarbekirê Serra Bucak ragihand ku îro Yekşemê li saet 11.00an li ber avahiya sereke ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakırê ji bo Mehdî Zana merasîmeke bîranînê tê lidarxistin.
Piştî vê merasîmê dê li saet 13.00an li Mizgefta Mezin a Amedê nimêja cenaze bê kirin û piştre cenazeyê wî li Goristana Yenîkoyê bi axê bê spartin.
Hat diyar kirin ku piştî spartina axê, dê malbat sersaxiyan li Mala Şînê ya Liciyanm taziyeyan qebûl bike.
Bucak, Mehdî Zana wekî "siyasetmedarekî bêhempa û kedkarê doza Kurdistanê" pênase kir û bang li hemû gelê Diyarbakırê kir ku beşdarî merasîmên xatirxwestinê bibin.