Bi Ala Kurdistanê merasîma xatirxwestinê bo Mehdî Zana

Bi Ala Kurdistanê merasîma xatirxwestinê bo Mehdî Zana

PeyamaKurd - Li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Diyabekirê merasîma xatirxwestinê bo siyasetmedarê bakurê Kurdistanê û şaredarê berê yê Diyarbekirê hate lidarxistin.

Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd, şaredarê berê yê Şaredariya Diyarbekirê Mehdî Zana di temenê xwe yê 86 saliyê de, doh li nexweşxaneyeke Diyarbekirê koça dawî kir.

Yekem merasîma cenazeyê Zana îro Yekşemê li ber avahiya Şaredariya Diyarbekirê hat lidarxistin ku ligel kesayetên siyasî yên Kurd bi girseyî pêşwazî li meytê wî hate kirin.

Li ber avahiya şaredariyê cenazeyê Zana yê ku bi ala Kurdistanê hatibû pêçan hate danîn û bi beşdariyeke girseyî û axaftinan xatir jê hate xwestin ku di dîroka têkoşîna Kurd a bakurê Kurdistanê de xwedî rolekî diyar bû.