PeyamaKurd – Ehmed El-Şara (Colanî), ku yekem hevpeyvîna xwe ya navneteweyî bi The Economistê re kir, piştî ku di 29ê Çile de wek serokê rêveberiya demkî li Sûriyeyê hat ragihandin, daxuyaniyên balkêş dan.
Derbarê rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê de jî, Colanî got ku Tirkiye ji hebûna PKKyê gelekî nîgeran e û xwe ji bo destpêkirina şerekî berfireh amade dike. Lê wî anî ziman ku wan ji Tirkiyeyê xwestiye ku li bendê bimîne da ku ji bo mizakereyan derfet bên avakirin.
Hevdîtinên li gel HSDyê rawestiyan
Di bersiva vê pirsê de “Gelo hûn ê destûrê bidin pergala federal a ku Kurd dixwazin an metirsiya tundiyê heye?” Ehmed el-Şera tekez kir ku sîstema federaliya Sûriyê ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin. Wî da zanîn ku ew wisa difikirin ku modeleke wisa ya birêvebirinê dê ne di berjewendiya Sûriyeyê de û hevdîtinên li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rawestiyane.
Li dijî sîstema federal derketin
Şera anî ziman ku civakên Sûriyeyê bi modela federasyonê re ne adetî ne. Wî her wiha got ku li Rojavayê Kurdistanê nifûseke pir ya Ereb heye ku desthilatdariya HSDyê qebûl nake.
Zexta Ereban heye
Şera diyar kir ku ji aliyê pêkhateya Ereb ve zexteke raya giştî heye ku herêmê bixe nava dewleta Sûriyeyê û dawî li serweriya HSDyê bîne û ev rewş bandorê li pêvajoya mizakereyan dike.
Şera got ku wan garantî daye ku Sûriye nebe platformeke ku zirarê bide welatên cîran. Wî bi bîr xist ku li herêmê komên biyanî jî hene ku ev demeke dirêj e bi Tirkiyeyê re di nav nakokiyan de ne.
HSD ji bo entegrasyonê amade ye
Şera anî ziman ku HSDyê daxwaza sîstema federalî nekiriye û got, HSD jî dizane ku niha li Sûriyeyê ev yek ne pêkan e. Di şûna wê de, wî ragihand ku HSD amade ye tev li dewleta Sûriyeyê bibe û hêzên xwe yên leşkerî pêk bîne. Lê li ser hûrgiliyên danûstandinan nakokî berdewam dikin.
Şera da zanîn ku ew ji bo lihevkirinê ne geşbîn in û got ku ew di pêvajoya mizakereyê de ne û hêvîdar in ku pirsgirêk bi rêyên aştiyane çareser bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin