Elektrîkê bi jinekî girt û ew kuşt

Dîroka Weşanê :
Elektrîkê bi jinekî girt û ew kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li taxa Bağlarbaşiyê jina bi navê Fatma El Fettah (70) ji xelkê Sûriyê ku bi tena serê xwe dijiya, germkerê ku xistibû nav avê da avê germ bike ya bi elektrîkê dixebite, qaba avê wergeriya û agir bi dorê ket.

Jinik bo agir vemirîne xebitî lê elektrîkê bi jinikê girt û jinik di cîh de can da.

Dema cîran dîtin ku ji hundir alavên agir bilind dibe xeberê dan tîmên pêwendîdar û dema tîmên tenduristiyê gihan malê, dîtin ku jinik li malê can daye.

Cenazê Fatma El Fettah birin morga Tiba Edlî ya bajarê Rihayê.