Elî Husên: Di navbera PDK û YNKê de nêzîkbûneke baş heye

Elî Husên: Di navbera PDK û YNKê de nêzîkbûneke baş heye

PeyamaKurd - Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebceyê Elî Husên ragihand ku di navbera PDK û YNKê de nêzîkbûneke baş çêbûye û ew nêzî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û çalakkirina parlamentoyê bûne.

Elî Husên di konferanseke rojnamevanî de diyar kir ku di rojeke hestiyar de reftar kirin erka hemû aliyan e û YNK di gelek qonaxan de hevpeymana wan e.

Wî aşkere kir ku di çend rojên borî de civînên nihênî hatine encamdan û di vê heftiyê de jî dê guftugo ber bi gavan ve biçin da ku parlamentoyê çalak bikin.

Elî Husên destnîşan kir ku PDKê nermî nîşan daye û hesabê kursiyan nekiriye, belkî YNKê wekî hevbeşê xwe yê sereke dibîne.

Di beşeke din a axaftina xwe de, wî eşkere kir ku tevgera Nifşê Nû salek berê pêşniyar kiribû ku bi 15 kursiyên xwe ligel PDKê hikûmetê bêyî YNKê pêk bînin, lê PDKê ji ber du sedeman ev yek red kiribû.

Wî da zanîn ku sedema yekê nebûna xwesteka avakirina hikûmetê ya bêyî YNKê bû û sedema duyê jî ew bû ku di wê demê de serokê wê tevgerê di zîndanê de bû û wan lihevkirineke bi wî awayî guncav nedît.