Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd – Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive û çend mijaran gotûbêj dike.

Fermangeha medya û zanyarî ya Hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye, Encumena Wezîran wê îro civîna xwe ya heftane bi serokatiya Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî pêk bîne.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî jî beşdar dibe, çend mijarên mîna amadekariyên hilbijartinên Iraqê û xebatên hilbijartinan li Kurdistanê û raporta komîteya lêkolînê li ser kalîteya ardê ku ji derve tê Kurdistanê, tên axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin