Encûmena Wezîran do civîna xwe ya asayî li dar xist

Encûmena Wezîran do civîna xwe ya asayî li dar xist

PeyamaKurd  Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, do bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di beşa yekem a civînê de, reşnivîsa projeyasaya "serperiştîkirina projeyên çandinî li Herêma Kurdistanê" ji aliyê Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî ve hat pêşkêşkirin. Piştî gotûbêj û danûstandina ramanan û pêşkêşkirina çend têbîniyan, ji aliyê Encûmena Wezîran ve bi piraniya dengan projeyasa hat pesendkirin û pişt re dê ji Parlamentoyê re were şandin ji bo rewakirina wê. Ev yasa dê roleke bi bandor bilîze di dîtina derfeta kar de ji bo derçûyên fakulte û peymangeh û amadehiyên çandiniyê û derçûyên perwerdehiya veterînerê, ewên ku li saziyên hikûmetê hatine damezrandin. Herwiha dê bibe sedema vejandin û pêşxistina projeyên çandiniyê li bin serperiştiya xwedî şiyanên zanistî, ku ev jî beşek ji bernameya karê kabîneya hikûmetê ye.

Di beşa duyem a civînê de, ji aliyê Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî ve "Plana niştimanî ya Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan 2021 – 2025" hat pêşkêşkirin, weke beşek ji pabendiya Herêma Kurdistanê bi plana niştimanî ya federal ku li ser bingeha wan rêkeftinên navdewletî ku Iraq tê de endam e, bi liberçavgirtina têbînî û raspardeyên rêxistinên navdewletî ku armanca wê guncandina yasayên berkar ên Herêma Kurdistanê ye ligel peymanname û rêkeftinnameyên navdewletî û ew maf û azadiyên di destûra federalî de hatine, tevî beşdarîkirina Herêmê di çarçoveya şandên federalî de di gotûbêj û pêgehên navdewletî de bi warê mafên mirovan û bihêzkirina saziyên Herêmê di cîbicîkirina raspardeyên navdewletî de û pêşvebirina rola jinan û pêkhateyên olî û netewî û piştevaniya aware û penaberan û destnîşankirina aliyên pêwendîdar ji bo cîbicîkirina planê. Piştî pêşkêşkirina çend têbîniyan, biryar hat dayîn ku di civîna hefteya bê ya Encûmena Wezîran de biryara dawî ya pesendkirinê were dayîn û bikeve warê cîbicîkirinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin