PeyamaKurd - Endamê polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Olî Mihemed Mela Qadir koça dawî kir.
Mihemed Mela Qadir di sala 1948an de tevlî refên PDKê bûye û di nav PDKê de gelek pile û post heta dawiya emrê xwe wergirtine. Herwiha di kongreya 12an a PDKê de jî bûbû endamê polîtboruya PDKê.
Di yekemîn û duyemîn kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de weke Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî hatibû erkdarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin