PeyamaKurd – Li Polonyayê li payîtext Varşovayê li kolana Grzybowskayê di avahiyekî ku nayê bikaranîn de 4 cesed hatin dîtin. Li ser giliyê hinekan, avahiya ku bende ne xerab bikin, xebat hat kirin û gihan cesedên 4 zilaman.
Cesedên ku riziyane, birin tiba edlî ya Varşovayê û polîs li ser bûyerê 3 jin û 4 zilaman xist bin çav.
Berdevkê dozgeriya herêmê Szymon Banna ji bo çapemeniyê ragihand ku hinek kesên binçavkirî hemwelatiyên Ûkraynane û ji wan kesan yê bi navê Andrij S.(34) di lêpirsînê de qebûl kiriye ku kuştinan kiriye.
Andrij S. bi sedema kuştina mirovan şandin zîndanê û her 6ên din ji ber kuştinan zanibûne û ji dezgeyên pêwendîdar re negotine, wan jî şandine zîndanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin