DMME derbarê Demirtas de biryarê dide

DMME derbarê Demirtas de biryarê dide

PeyamaKurd - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îro derbarê dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş dicive û şanda HDPê bi serokatiya hevserokê wê partiyê, Sezayî Temellî jî dê di civîna dadgehê de amade bin.

Biryar e îro 18ê Îlonê danaşîna hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş li 16emîn Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk bê.

Şanda HDPê bi serokatiya hevserokê giştî yê partiyê Sezaî Temellî parlamanterên wê , Feleknas Uca, Pero Dundar û Ayşe Acar Başaran di rûniştina taybet bi dosyeya Demirtaş a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de amade dibin.

Sezaî Temellî diyar kir ku doza Demîrtaş weke sembolekê ye ku tevahiya kiriyarên heyama niha nîşan dide û got: “Ji bilî Demîrtaş bi hezaran girtiyên siyasî li Tirkiyê hene. Hêj di girtîgehan de bi dehan şaredarên me hene. Tevî ku heyama Rewşa Awarte bidawî bûye, lê desthilatdarî li ser bingehên hiqûqa Rewşa Awarte şaredarên me ji kar dûr didixin. 30 roj ser bi dûrxistina şaredarên me re derbas bû, lê heta niha ti gav nehatine avêtin. Berevajoyê vê yekê li navçeya Pasûr a Amedê hevşarêdarên me hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin danîn.”

Temellî destnîşan kir ku desthilatdariya Tirkiyê dixwaze îradeya gelê Kurd tine bike û hebûna xwe li ser wê berdewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin