ENKS bi PYD ê re rêkeftineka siyasî, leskerî û îdarî dixwaze

ENKS bi PYD ê re rêkeftineka siyasî, leskerî û îdarî dixwaze

PeyamaKurd- Endamê rêvebiriya ENKS ê Mihemed Îsmîl di mijara bi fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî re ku hevdîtin kiribûn ragihand ku pêwiste bi PYD ê re bi awayeka siyasî, leşkerî û îdarî lihev bikin û bigihên rêkeftinekî. Li gor ragihandina K24 ê Mihemed Îsmîl weha gotiye:

“ Mazlûm Kobanî dikare bandorê li PYDê bike û dikare bi rolekê ji bo yekrêziyê rabe. Em bi hêvî ne ew ligel Herêma Kurdistanê nêzîkahiyekê di nava tevgera siyasî ya Kurdî çê bikin. Daxwazên ENKSê diyar in, em çareseriyê di yek komê de dibînin, heger rêkeftineke siyasî, îdarî û serbazî bê kirin, dê di berjewendiya gelê me de be. Rêkeftinên Hewlêr û Duhokê û herwiha destpêşxeriya Fransî jî wiha bûn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin