PeyamaKurd – Encûmena Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) Fermana Hejmar 13 a ku ji hêla Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ve hatiye dayîn, pêşwazî kir, û betalkirina serjimêriya awarte û naskirina mafên çandî yên Kurdan wekî "gaveke erênî" bi nav kir.
Di daxuyaniyek fermî de ku îro hat weşandin, ENKS helwesta xwe ya li ser Fermana Serokatiyê ya Hejmar 13, ku bi dîroka 16ê Çileya 2026an e, parve kir.
Daxuyaniyê kêfxweşiya xwe ji bo fermana ku ji hêla Ehmed Şera ve hatiye dayîn anî ziman, û got: "Ev biryar Kurdan wekî beşek yekgirtî û bingehîn a gelê Sûriyeyê pênase dike û mafên wan ên çandî û rewşenbîrî nas dike."
Xalek din ku ENKS tekez kir, biryara betalkirina encamên "serjimêriya awarte" bû, ku bi dehsalan bi deh hezaran welatiyên Kurd ji mafên wan ên welatîbûnê bêpar hişt.
ENKS pêşwazî li naskirina Newrozê (Cejna Neteweyî ya Kurdan) wekî cejneke neteweyî ya fermî li seranserê Sûriyeyê kir, û fermanê wekî "gaveke erênî û nêzîkatiya fermî ya yekem" bi nav kir ku bi eşkere û rasterast mijara mafên Kurdan çareser dike. Lêbelê, di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev tenê destpêkek e ji bo çareseriyek dadperwer û berfireh ji bo pirsgirêka Kurd, ku mijarek siyasî û neteweyî ye.
Di daxuyaniyê de herwiha hate destnîşankirin ku divê ev gav ji bo bidestxistina "naskirina destûrî ya mafên neteweyî" û hevkariyek rastîn di rêveberiya dewletê de were pêşve xistin.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
"Ev ferman dikare bingehek ji bo destpêkirina diyalogek cidî û berpirsiyar di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û 'Şandeya Hevbeş a Kurd' de peyda bike."
Li gorî Konseyê, armanca dawîn a vê diyalogê divê ew be ku çareseriyek mayînde ji bo mafên çandî, zimanî, neteweyî û siyasî yên gelê Kurd di çarçoveya "dewletek demokratîk a piralî û nenavendî" de were bidestxistin ku mafên hemî pêkhateyan tê de werin parastin.
Di dawiyê de, ENKS banga pabendbûna tevahî ya agirbesta ku îro hatiye ragihandin û rawestandina tevahî ya şer kir û daxwaz kir ku ev derfet ji bo kûrkirina diyaloga siyasî û neteweyî were bi kar anîn da ku aştiya navxweyî were xurt kirin û yekîtiya welêt li ser bingeha edaletê were misoger kirin.