PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Hizbullah a Lubnanê Hesen Nesrellah, pesnê rêkeftina Soçî a di navbera Rûsya Tirkiyê de da.
Hesen Nesrellah di axaftina xwe ya televizyonê de bi egera Şeva Aşûrê, derbarê rêkeftina li Soçî ya ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser parêzgeha Idlibê pêk hat de axivî.
Nesrellah di axaftina xwe de pesnê wê rêkeftinê da û got: “Rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiye de, li ser krîza Idlibê çareseriyek erênî ye û dide diyarkirin ku hewlên diplomasî dikarin berhemdar bin, lê her tişt dîsa jî bi encama rêkeftinê ve girêdayî ye.”
Nesrelleha diyar kir, ku rêkeftin dê di rewşa Sûriyê de bandorek erênî ya demkî bike û Hizbullah heta ku hikûmeta Sûriyê bixwaze, dê hebûna xwe ya li Sûriyê berdewam bike.
Li Soçî ya Rûsyayê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin civînek li ser rewşa Idlibê pêk anîbûn û di encamê de gihiştibûn rêkeftinekê. LI gor wê rêkeftinê ew bajar dê ji terorîstan bê paqijkirin û dewriyên hevbeş ên herdu welatan dê bigerin li wê herêmê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin