NATO û Japonya di 16 sehayan de, dê hevkariyê bikin

NATO û Japonya di 16 sehayan de, dê hevkariyê bikin

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida, ji ewlehiya deryayî heya bergirtina sîberî, ji dezenformasyonê heya guherinadina kêşûhewayê di 16 sehayan de ji bo hevkariyê li hev kirin. Hevdîtina her dû lîderan di zîrwa NATOyê ya li Lîtvanyayê de çêbû.

Kishida, di berya hevdîtinê de got ku ti hevkarekî weka Japonyayê nêzî NATOyê nîne. Ji ber her dû teref li ser bingeha wekheviyê bi hevre dimeşin, Japonya dixwaze hevkariya xwe kûrtir bike. Stoltenberg jî got:

“Em girîngiyê didin hevkariya bi Japonya re. Ti welat weka Japonyayê nêzî NATOyê nîne. We gelek caran got; tiştên li Awrûpa dibin ji bo Japonyayê û tiştên li Japonyayê dibin ji bo Awrûpayê girîng in. Ev nîşan dide ku ewlehî ne herêmiye lê kureyiye. Em ji komkirina giran ya leşkerî ya Çînê û firehkirina hêzên nuklerî bi endîşe ne.

Em bernamên Kore ya Bakûr ji nêz de dişopînin û bi endîşe ne. Fuzeyên wê yên ku di ceribîne, di derveyê hûqûqa navdewletî de ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin