Goreke komî ya 643 kes tê de hene hat dîtin

Goreke komî ya 643 kes tê de hene hat dîtin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Enbarê ya li rojavayê Iraqê, goreke komî hat dîtin ku di gorê de hestiyên bi sedan qurbaniyan hene.

Dezgeha Şehîdan a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundê Feyaz ê ser bi qezaya Felûce de, dema vedana cogeyeke avê ya zeviyên çendiniyê goreke bi komî hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, dîroka gora komî digihe sala 2016an û termê 643 kesan tê de ne û tê gumankirin qurbaniyên wê gorê ji eşîra Mihamîd bin û ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibin kuştin.

Hat eşkerekirin ku li ser piraniya qaf û hestiyan kun  û cilûbergên sivîlan hebûn ku di nava wan de zarok jî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin