ENKSê li Qamişlo panela Dîyaloga Kurdî-Erebî li dar xist

ENKSê li Qamişlo panela Dîyaloga Kurdî-Erebî li dar xist

PeyamaKurd - Li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya (PDK-S) ya Qamişloyê, panela diyaloga Kurdî-Erebî û pêşeroja Sûriyê hate lidarxistin û tekezî li ser girîngiya bihêzkirina diyalogê hate kirin.

Di panelê de Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) Mihemed Ismaîl û rêveberê Navenda Sûrî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejî li Washingtonê Dr. Ridwan Ziyadê û hejmarek kesayetiyên siyasî beşdarî kirin.

Di panelê de li ser girîngiya bihêzkirina diyalog û hevtêgihiştina navbera pêkhateyên Sûriyê û qonaxa niha ku pêwîstiya wê bi dîtineke niştîmanî heye ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û piralî hate rawestîn.

Di panelê de behsa rola ENKSê hate kirin û hate diyarkirin ku ENKS ji destpêka şeoreşa Sûriyê ve bijardeya siyasî ya aştiyane hilbijartiye û piştgiriya rêyeke siyasî li gorî xwestekên Sûriyan di azadî û demokrasiyê de ku garantiya mafên rewa yên hemû miletê Sûriyê bike kiriye.