PeyamaKurd - Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi çandina şitlên daran li ser gora pêşmergeyekî şehîd, roja jidayikbûna Mele Mistefa Barzanî bibîr anî.
Bi minasebata roja jidayikbûna Mele Mistefa Barzanî, rêxistina ENKSê ya li navçeya Kerkî çalakiyek lidar xist. Di wê çalakiyê de ku doh li gundê Er-Ûr li Rojavayê Kurdistanê birêveçû, çendîn şitlên daran li ser gorên pêşmergeyê şehîd, Haşim Ebdulqadir hatin çandin.
Kesûkarên pêşmergeyê şehîd, Haşim Ebdulqadir, bi wê çalakiya Encûmena Niştimaniya Kurdistanê kêfxweş bûn û spasiya rêxistina xwecihî ya ENKSê kirin ku di roja bîranîna Mele Mistefa Barzanî de, merasîma bîranînê li ser gora şehîd Haşim lidar xistine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin