PeyamaKurd - Parlamentê AKPê yê Amedê Galîp Ensarioglu, bertek nîşanî jêbirina nivîsên trafîkê yên bi kurdî û desteserkirina kesên ku govenda Kurdî digirin û wiha got: "Bi raya min ne rast e ku tabelayên hişyariyê yên trafîkê yên bi kurdî bên jêbirin û bi zimanekî din govend gerandin ne qedexe ye."
Ensarioğlu bertek nîşanî hewlên li Amed û Wanê yên jêbirina nivîsên hişyariyê yên trafîkê û li ser wan nivîsandina "Tirkiye Tirk e û wê Tirk bimîne" û kesên ku ji ber govenda Kurdî gerandine dema hatine desteserkirin, strana "Ez dimirim ji bo te Tirkiye" hatiye guhdarîkirin.
Ensarioglu got: "Ez rast nabînim ku li Wan û Amedê tabelayên hişyariyê yên kurdî bên rakirin. Ev tabela ji bo balê bikişînin ser trafîkê hatine nivîsandin û yasayî ne."
Ensarioglu di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de belav kir de wiha got: "Di derbarê desteserkirina kesên ku li parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê govenda Kurdî digerînin, ez dixwazim bibêjim ku bi kurdî, zazakî, tirkî û çi bi zimanekî din, govend ne qedexe ye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin